Sereke
Cîgirên serekwezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê pêrspêktîvên dasekinandina tevgirêdanên li herêmê gotûbêj kirine
Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan, cîgirê serekwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk û cîgirê serekwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv xebata koma xebatêye sêalî careke mayîn destpê kirine. Derheqa wê yekêda malpera hukumata Rûsîyayê ragîhandîye.
17-ê tebaxê pêrspêktîvên dasekinandina rêyên transportêye li herêma Qafqasîya Başûr, hatine gotûbêjkirinê.Şuxulkarîya xebatên nava doranên elametîya 11-ê meha çileda, ya serokatîyên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayê hatîye gotûbêjkirinê”,-malpera hukumata Rûsîyayê nivîsîye.