Sereke
Koalîsîyona navnetewî telîmkirina pêşmerga berdewam dike
Koalîsîyona navnetewîye dijî DAÎŞ-ê li Îraqê û Sûrîyayê telîmkirina pêşmergên Kurdistanê berdewam dike û piştgirîya têknîkî û leşkerî dide wan. Derheqa wê yekêda wezîreta pêşmerga elam kirîye.
Cîgirê serokê ştaba hêzên pêşmerga, gênêral Qehreman Kemal gotîye “BasNews”-ê, wekî telîmkirin rûyê zêdebûna koronavîrûsêda sekinîne. Ewî usa jî îzbat kirîye, wekî koalîsîyon dîsa piştgirîya têknîkî û matêrîyalî dide pêşmerga.