HDP-ê elam kirîye wekî ew bona wan hêzên sîyasî vekirîne, yên ku dîna xwe didine prînsîpên wan
Partîya Dêmokratîk, ya Gela xerîta rê bona hilbijartinên li Tirkîyayê wextê prêss-konfêransa li Enqerê belav kirîye. Partîyayê usa jî elam kirîye, wekî ew hazire hevraxeberdana tevî her partîke sosîyalî derbazke, ya ku dîna xwe dide prînsîpên wê.
“ Em didine dîyarkirinê, wekî em hazirin tevî her partîyake sosîyalî û şuxulkarên sîyasî hevraxeberdana derbazkin, yên ku bona mîyaserkirina prînsîpên dîyarkirî pêşda tên û emê tevî wan pêşda herin, em mînanî berê bona şerkarîya tevayî û serkarîkirina tevayî hazirin”,-nava elametîya serokên partîyayê Perwîn Bûldanê û Mîtata Sankarda hatîye gotinê.
HDP-ê usa jî elam kirîye, wekî hilbijartinên pêşerojê ji alîyê cimetêda çawa gaveke girînge bona sazkirina komara dêmokratîk. Serda hatîye zêdekirinê,wekî ew nacedînin cîhê xwe nava koalîsîyoneke başqeda bibînin.