Serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên, wextê axaftina tevî serokê Tirkîyayê Tayîb Êrdogan nerihetîya xwe daye dîyarkirinê, grêdayî sîstêmên Rûsîyayêye S-4OO ra.
“Baydênê serok careke mayîn derheqa hevkarîya nava goveka parastinêda û girîngîya Tirkîyayêye çawa endama NATO-ê, daye dîyarkirinê, lê usa jî nerihetîya xwe girêdayî sîstêmên Rûsîyayêye hewêye S-4OO ra daye dîyarkirinê”,- nava elametîya Qesira Sipî da hatîye gotinê.
“Em bêjin, wekî sala 2O17-a Rûsîyayê û Tirkîyayê peymana derheqa kirîna komplêksên rokêtaye S-4OO da îmze kirine û sala 2O19-a alîyê tirka ew peyman mîyaser kirîye.