H’emû nûçeSereke

Elametîya sêalî, ya 26-ê mijdarêye li Soçîyê, usa jî derheqa paşdavegerandina dîladane: berdevkê wezîreta karên der

Berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan wextê dayîna bersivên pirsên rojnamevana, gotîye, wekî elametîya 26-ê mijdarêye li Soçîyê çend xalên girîng dide dîyarkirinê.

Ya ewlin, anegorî elametîya Soçîyê alî borcdarîya xwe îzbat dikin, ku xalên elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î bi temamî mîyaserkin.Ev yek usa jî derheqa xala heyştadane, anegorî kîjanê alî borcdarin merivên dîlketî aza berdin.

Ya duem, alî borcdar dibin xalên elametîya 26-ê mijdarêye li Soçîyê mîyaserkin, kîjanêda derheqa vekirina rêyên transportê û êkonomîkîda hatîye dîyarkirinê û careke mayîn jî hatîye gotinê, wekî fikira “sivder” tê înkarkrinê.

Ya sêem, pevketin hatîye destanînê, ku dereca qewînbûn û bêqezîyabûna li ser sînorê ermenîya-azêrîya bidine bilindkirinê, halê sert bidine milahîmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button