H’emû nûçeSereke
Em seredana YÛNÊSKO-ê ye li herêmê çawa pirsa pêşin hesab dikin: berdevkê wezîreta karên der
Em seredana YÛNÊSKO-ê ye li Qerebagê çawa pirsa pêşin hesab dikin. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der Vahan Hûnanyan gotîye.
“Ermenîstan piştgirîyê dide mîsîya li herêmê, bona ku ew lez bê mîyaserkirinê, ya “derheqa parastina qîmetîyên çandîda, wextê pevçûyînên sîlihkirî, konvênsîya Haagayêye sala 1954-a û du protokolên anegore li rex wêda”,- Hûnanyan gotîye.
Bi gotina wî, mîsîya YÛNÊSKO-ê û lêkolînkirina mîrasa dîrokî-çandî wê alî wê yekê bike, ku ew heykelên dîrokîye bin kontrola Adirbêcanêda bêne xweykirinê û tiştên xirab neyêne mîyaserkirinê.