H’emû nûçeSereke

Li Antalîyayê Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov rastî hevdu hatine

Nava doranên foûma dîplomatîye li Antalîyayê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan  rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatîye.

Wextê hevdîtinê Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov derheqa rojeva hevkarîya ermenî-rûsîda xeberdane, pirsên derheqa qewînkirina pêwandîyên tifaqdarîyêda gotûbêj kirine.

Fikir dora sixkirina hevkarîya nava dikên navnetewîye mayînda hatine pevguhartinê. Xeberdan usa jî derheqa pêvajoya mîyaserkirina pevketinên sêalîye destanîda, yên mijdara sala 2O2O-î, 11-ê çileya sala 2O21-ê û 11-ê mijdara sala 2O21-ê, hatine pevguhartinê.

Ew yek girîng hatîye hesabkirinê, wekî hevraxeberdanên bo helkirina pirsgirêka Qerebagê, yên bin bandora koma Mînskêda, bêne destpêkirinê.

Wezîrê Ermenîstanê halê li ser hidûdê Adirbêcanê û Qerebagê, Ermenîsîanê û Adirbêcanê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî alîyê Adirbêcanê provokasîya li ser hidûd dide mîyaserkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa  pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Tirkîyayêda çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button