H’emû nûçeSereke
Tevî Rûsîyayê cêrge pevketinên girîng bona vekirina rêyada hatine destanînê: serokwezîr
Wextê hevdîtinên li Rûsîyayê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan guhdarîya cuda danîye ser pirsên qewînbûn û bêqezîyabûna herêmê. Li civîna hukumatê Paşînyanê serokwezîr derheqa seredana li Rûsîyayê xeberdaye û bona qebûlkirina germ razalixî elamî hevalkarên li Rûsîyayê kirîye.Paşînyan seredana li Rûsîyayê çawa ya kardar hesab kirîye.
«Pevketinên girîng nava pirsa prînsîpên vekirina rêyên herêmîda hatine destanînê.Ewî derheqa nêzîkîbûnên Ermenîstanê û Rûsîyayêda raber kirîye. Nava wê pirsêda em dikarin tomerîbûna tabîyên hevkarên meye navnetewî bidine dîyarkirinê. Li ser vê yekê ez dixwezim hazirîya Ermenîstanê îzbatkim, ku Ermenîstan hazire çêkirina rêyên hesinî û yên avtomaşîna nava Ermenîstanêra destpêke»,- serokwezîr gotîye.