H’emû nûçeSereke

Melûmetîyên balkêş derheqa satêlîta Ermenîstanêye ewlinda…

Satêlîtê here kêm çar sala li ser bilindayê ji 5OO-î hetanî 55O-î kîlomêtrîbe û wê nava ezmanê topa dinîyayêbe.

Hetanî ku satêlît bikeve nava halê xebatêyî dawîyê, hevaltîya îspanîye Atlantîs ê bi serkarîkirina wêva mijûlbe, piştî kîjanê ewê bi temamî derbazî bin kontrola Ermenîstanêbe. Ew yek dikare hetanî dawîya salê bibe.

Bi saya vê satêlîtê dikarin xebatên parastina dor-bera, malhebûna gundîtîyê û yên nava govekên mayînda mîyaserkin, lê satêlît dikare usa jî pirsên stratêcî-cesûsî helke. Şikilên ji alîyê wêda kişandî dibine hebûna Ermenîstnê, ew nikarin bikevine destên welat yan jî teşkîleteke mayîn.

Anegorî melûmetîyên nefermî bona çêkirina satêlîtê û şandina ezmîn, nêzîkî pênc mîlîyon dolar hatine xerckirinê. Nava pêşeroja nêzîkda bi texmîn wê satêlîteke wî cûreyî jî bê destanînê.Ev hemû înformasîya serokê komîtêya berê, ya senaya leşkerî Avêtîk Kêrobyan wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîk Armênîyayê raber kirine.

Em bêjin, wekî Ermenîstanê û Çînistanê derheqa hevkarîya nava goveka înformasîyayên satêlîtê dokûmênt îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button