“Frêdîn usa bû”: Mêy li ser axaftinên Queen ê bi zanistîyê re pareve kir , planên serdana Ermenîstanê piştî erdhejê û konsera da hatibû, axivî
Gîtarîstê lêgêndar yê koma Queen Brayan Mêy li benda konsera ku 7 ê îlonê li komplêksa sportê û konsêrtaye ser navê Karên Dêmîrçyan ya li Yêrêvanê tê li darxistin û bi koma zaroka, ya Tavûşê re derkeve ser dikê.
Ev konsêrtê bibe demeke baş ji bo ceribandinên mûzîkê. Di vê konsêrtê de, her yek ji me ji “zona rehetîyê” derkeve, ev yek baş e, ji ber ku dema konsêrtê da emê karibin tiştên ku em nikarin li cîhekî din bidin ceribandin bikin»,- Mêy li civîna çapemenîyê da got.
Ewî da kifşê ku ji bo wî şanazyeke mezin bû ku xelata Stîvên Hokîng li ser sehneya STARMUS VI wergirt. “Ji bo min avantajeke mezine ku xelateke wiha bi du jinên hêja re werdigirim (berhevkar û helbestvana amêrîkî Dayan Êkêrman û prîmatolog û antropologîsta îngilîz Cêyn Gûdol) kîjana bi rastî nêrîna cîhanê ya mirovahîyê guherandin”,- ewî got.
Gîtarîstê lêgêndar, steyrkfîzîknas Mêy 5 ê îlonê di rojbûyîna Frêdî Mêrkûrî, solîstê Queen de, xelat hat dayîn. Di bersiva pirsa “Armênpress”ê de, Mêy behsa axaftinên xwe û Mêrkûrî yên li ser zanistîyê kir.
Brayan Mêy got ku ew ber ku li Ermenîstanê ye, pirkêfxweşe û got, ku ew dixweze zêdetir wextê derbaz bikin.Sazbend bal kişand ku ew bi taybetî erdheja sala 1988 a da li Ermenîstanê fikar bû. Wî bi xemgînî anî ziman ku ew di wan salan de bi komeke mûzîkvanên navdar re nikarîbû serdana Ermenistanê bike, lê niha ji ber wê derfetê kêfxweş e.
Brayan Mêy li ser xebata hevpara bi navdar Cîvan Gasparyan re jî axivî û dîyar kir ku bi saya wî “hewl daye hest û mûzîka ermenî bihelîne”.Di çarçoveya fêstîvala STARMUS VI de, ewê bi Cîvan Gasparyanê ciwanra li ser dikê pêşda bê.