H’emû nûçeSereke
Bayloza Hindistanêye berê mecala sazkirina senaya çêkirina sîlihaye tevî Ermenîstanê dibîne
Bayloza berê, ya Hindistanêye li Ermenîstanê Rîna Pandêyê derheqha wan behsada xeberdaye, wekî Ermenîstanê ji Hindistanê sîlih kirîne. Armênprêssê pirs daye bayloza berê, û baylozê bersiva vî cûreyî daye:
“Qayîlnivîsarên parastinê yên hemû welata hene û ew yek tiştekî gelekî başe, wekî li vir jî heye.Em dikarin nava çêkirina sîlihada hevkarîyê bikin. Nava goveka parastinêda cêribandina we heye û ya me jî heye, bo wê yekê jî em dikarin bi wê cêribandinê bi hevra pareve bibin”,-Pandêyê gotîye.
Ewê usa jî daye dîyarkirinê, wekî wê usa jî başbe wekî leşkerên herdu welata bi hevra telîmên leşkerî derbazkin.