H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Ermenîstanê bi têlefonê sêkrêtarê ŞAY ê ra qise kirîye
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi têlefonê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkêra qise kirîye.
Armênprêssê ragîhandîye wekî wextê qisa bi têlefonê, pirsên derheqa krîzeya hûmanîtarîda, ya rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda pêşdahatî, hatine gotûbêjkirinê.
Nîkol Paşînyan û Êntonî Blîkên fikir dora normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, usa jî pêrspêktîvên vekirina rêyên li herêmê pevguhartine. Sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî careke mayîn banga xweye derheqa lez vekirina korîdora Laçînê îzbat kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî amadeye piştgirîyê bide wan pêvajoya.
Wextê qisê Paşînyanê serokwezîr xemgînîya xwe girêdayî elametîyên Adirbêcanêye agrêsîvra elam kirîye.