H’emû nûçeSereke
Pûtîn gotîye wekî piştî hevtêkê cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê wê rastî hevdu bên
Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye wekî piştî hevtêkê cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê wê rastî hevdu bên, bona ku pirsên vekirina rîya bidine helkirinê. Derheqa wê yekêda ajansa TASS ê gotîye.
“Em pevketine, wekî piştî hevtêkê serokwezîrên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê rastî hevdu bên û pirsên helnekirî bidine zelalkirinê”,- serokê Rûsîyayê wextê hevdîtina tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.
Pûtîn gotîye, wekî ev pevketineke başe û hêvîdare wekî pirsên helnekirî wê bêne helkirinê.