H’emû nûçeSereke

Desthilatdarîya Ermenîstanê gerekê bicêribîne mêxanîzma dîyaloga Stêpanakêrtê û Bekûyê bide çareserkirinê:Mîrzoyan

Tu kes dinîyayêda nikare wê yekê înkarke, wekî gelek pirsên vekirî girêdayî ewlehkarî û mafên cimeta Qerebagêva hene. Ew pirs gerekê bêne gotûbêjkirinê û gerekê desthilatdarîya Ermenîstanê bicêribîne destpêka wê dîyalogê û mêxanîzmê bide çareserkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirinên byûcêya sala 2022 a li parlamêntê gotîye.

“Çawa ku serokwezîrê Ermenîstanê çendik-çend cara gotîye, me ji alîyê cimeta Qerebagêda mandat nestendîye ku em pêşeroja wan gotûbêj bikin.Niha mafê me tune ku em statûsa wan qirarkin. Em nacêribînin jî tiştên usa bikin. Tiştê tek-tenê ewe ku em dicêribînin ku wextê hevraxeberdana hesab bikin, wekî ew helkirin tiştê bûyînêye û bona wedekî dirêj ew nikare qewînbe, heger nava çarçoveya helkirina pirsgirêkêda, mêxanîzma dîyalogê nayê sazkirinê, li kîderê cimeta Qerebagê û Bekûya fermî dikarin bi hevra xeberdin, gotûbêj bikin”,- Mîrzoyan gotîye.

“Tu kes dinîyayêda nikare wê yekê înkarke, wekî gelek pirsên vekirî girêdayî ewlehkarî û mafên cimeta Qerebagêva hene. Şedetîya wê yekê  hema girtina korîdora Laçînêye.Em hemû jî zanin ku halê li Qerebagê çi cûreyîye. Ew pirs gerekê bêne gotûbêjkirinê û hema ser navê cimeta Qerebagê, organên hilbijartî û înstîtûtên wanbe.Em gerekê bicêribînin mêxanîzma wê dîyalogê bidine çareserkirinê”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button