
Li Qada Şêx Sehîd ya Dîyarbekirê çalakîya rojên pirtûkên kurdî tê lidarxistin. Weşanger dibêjin ev yek dibe wesîle ku xwendevan û nivîskar hevdîtinan bikin, nivîskar jî dibêjin bo belavbûna hişmendîya xwednina pirtûkên kurdî çalakîyên usa girîng in û divê zêdetir bibin.
Ji alîyê şaredarîya bajarê mezin ya Dîyarbekirê ve di sedsalîya serhildana Şêx Sehîd û rêhevalên wî de li Qada Şehîd çalakîyeke cîyawaz tê li darxistin. Çalakîya bi navê rojên pirtûkên kurdî wê heta 1 ê hezîranê di navbera demjimêr 11 a û 8 a de vekirî be. Rojên pirtûkên kurdî de 33 weşanxaneyan standên xwe danîne û li benda xwendevanên kurdî ne.Weşanger dibêjin çalakîyên usa dibin wesîle ku nivîskar û xwendevan bên cem hev.
Weşanger Ahmed Kilîl ji K24 ê re gotîye: “Ez hêvî dikim pirtûkên kurdî bên firotan û bên xwendin, bo wê ev pêşangeh girîng e”.
Weşanger Songûl Keskîn dibêje: “Li Dîyarbekirê, li derve ev pêşangeh tê li darxistin, ji ber wê problêm e, cara yekem e vê qadê rojên pirtûkên kurdî tê li darxistin sedsalîya Şêx Sehîd e jî”.
Rojên pirtûkên kurdî wê 45 stand hatine danîn û ji pirtûkên dîrokî heta pirtûkên fêrkirina zimanê kurdî bi hezaran pirtûk cîh digirin. Nivîskar û xwendevan dibêjin bo belavbûna xwendina bi kurdî divê çalakîyên usa zêde bibin.
Nivîskar Sehîd Veroj gotîye: “Wek fikir ev çalakî baş e ku nivîskar û xwendevan tên cem hev”.
Xwedevan Êkrîn Dêmîr dibêje: “Ez pirtûkên kurdî hes dikim, gelek dixwînim, ji ber wê hatime vê derê”.







