CivakH’emû nûçe

Mezinbûna berhema navxweyî  ya Ermenistanê bilind dimîne: fonda pera ya navneteweyî

Çarçoveya civînên salane yên li Waşîngtonê di navbera şandeyên bi serokatîya wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan û serokê banka navendî Martîn Galstyan û hevkarên fonda pera ya navneteweyî de, li ser nirxandina şeşemîn ya bernameya  salên 2022-2025 a û bernameyeke  36 mehî ya paralel ya bi nirxa 128,8 mîlyon SDR (nêzîkî 175 mîlyon dolarê amêrîkî) lihevkirineke dawî hatîye kirin.

Wek ku ji hêla wezîreta Ermenîstanêye fînansa hatîye ragîhandin, ev destkeftî piştrast dike ku karmendên fonda pera ya navneteweyî û Ermenîstanê li ser rêgezên sereke yên sîyaseta aborî û pêşbînîyên makroaborî gihîştine rêkeftineke giştî.

Heman demê de, tê çaverêkirin ku rapora fonda pera ya navneteweyî ya pêşerojê nirxandineke berfireh ya nîşaneyên aborî, pêşanîyên polîtîkayê û pêşketina rêformê ya Ermenîstanê raber bike. Raport, wek çavkanîyek agahdarîya pêbawer û zelal, ji bo hevkarên navneteweyî, veberhêner û raya giştî pir girîng e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button