
Şêwira provînsîyaye qirar kirîye, ku serokbajar’ê Îraqê Feleh Al Cazaîrî, girêdayî protêstokirinên massayîr’a, ji qulixê derxin.Hatîye r’agîhandinê,wekî kandîdatên serokê provînsîya Beg’dayê gerekê nava pênc r’ojada e’rzên xwe r’aberkin. Çawa ku hûn zanin r’oja sêşemê li Beg’dayê protêstokirinên dijî h’ukumatê destpê bûne, yên ku paşê li provînsîya belav bûn. Serekwezîrê Îraqê e’lam kirîye,wekî qewilên ji alîyê protêstokirada wê bêne mîyaserkirinê.Em bêjin,wekî pêşda protêstokira li bajar’ê Ên Nasirê ofîsên partîyaên sîyasî wêran kirine. R’oja yekşemê h’al hinekî e’dil bûye.