Cîhan

Serekwezîrê Ermenîstanê t’evî civîna P’arîzêye aşîtîêye duda dibe

Serekwezîrê Ermenîsîanê Nîkol P’aşînyan, yê ku bi seredana xebatêva li Fransîêye t’evî civîna P’arîzêye aşîtîyêye duda dibe,wextê k’îjanê usa jî cêrge serk’arên welat û h’ukumatên cuda-cuda hazirin.Hatîye r’agîhandinê,wekî Nîkol P’aşînyan nava dorana civîna aşîtîyêda k’itêba Hayk Dêmoyan p’êşk’êşî k’itêbxanê kirîye, ya ku derheqa cûr’ên  sporta ermenîye li împêratorîya osmanîda gilî dike.Bi xeberdana derheqa k’itêbêda, Nîkol P’aşînyan gotîye,wekî k’itêbêda gelek fotoşikilên baş hene, yên ku derheqa cûr’ên sporta ermenîye li împêratorîya osmanî tînin ber ç’e’va. Ew yek sed sal pêşda bûye û tiştekî berbiç’e’ve,wekî jin jî t’evî cûr’ên sportê bûne. T’evî wî h’emû tiştî ermenîya klûbên sportê saz kirine, bi saya k’îjana aşîtî di navbera olada çê dibû.Paşê serokê h’ukumatê li salona fondê qesidîye, li k’îderê usa jî înformasîyaên derheqa r’ewa “Avroraê”-da tê r’aberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button