Bûyarên k’omkujîya Ermenî
24-ê nîsana sala 1915-a seroketîya osmanî li Konstandnûpolsê destpêkir r’ewşanbîr û şuxulk’arên ermenî bide girtinê. Piştî girtina wana ew zêrandin û kuştin. 24-ê nîsanê bi sîmvolîkî tê h’esabê çawa r’oja k’omkujîya Ermenî, çimkî wê r’ojê t’irka r’ewşanbîrîya ermenî da t’unekirinê.Nava cime’têda ew fikir heye,wekî k’omkujîya Ermenî sala 1915-a destpê bûye.Lê qet’ilkirinên ermenîya hela hê hêna Sult’an E’bdilh’emîdê duda destpê bûne.K’omkujî h’etanî sala 1923-a berdewam kirîye.Qet’ilkirinên k’omkujîya Ermenî r’oja 24-ê nîsanê tê bîranînê û tê qebûlkirinê,wekî mîlîon nîvek meriv wî çaxî hatine qet’ilkirinê. Heger h’esab hildin,wekî qet’ilkirin ji sala 1894-da destpê bûye û h’etanî sala 1923-a berdewam kirîye, wî çaxî diqewime cangorîyên k’omkujîyê diha zêdebin. H’etanî r’oja îroyîn jî hene ermenî, yên ku li Ermenîstana R’ojavayê dijîn, lê nadine k’ifşê, ku ew ermenîne.