SerekeSîyasî

Parlamêntvan Ah’med Sefer:Hewlêr û Bexda wê bona byûcêya sala 2O21-ê p’evk’evin

Sedirê komîtêya parlamênta Îraqêye fînansî Ah’med Sefer e’lam kirîye, wekî hevr’aqayîlbûna di navbera Hewlêrê û Bexdayêda wê usa jî h’ukumî li ser qayîlîya byûcêya sala 2O21-ê bike û alî hazirin ku bighîjine hevr’aqayîlbûnê. Ah’med Sefer gotîye BasNews-ê, wekî hevr’aqayîlbûna di navbera Bexdayê û Hewlêrêda wê bona herdu alîya girîngbe, nava wêda usa jî qayîlbûna dualîye bona byûcêya sala 2O21-ê. Bi gotina parlamêntvan, derk’etina h’ukumata Adil Mahdî û nexweşîya koronavîrûsêye li welêt îzin nedan, ku ew bona byûcêya sala 2O2O-î bighîjine qayîlîyê. Ah’med Sefer usa jî daye dîyarkirinê, wekî parlamênta Îraqê wê pr’ojeya byûcêya sala 2O21-ê hazirke û guman e’lam krîye,wekî Hewlêr û Bexda wê bi hevr’a qayîlbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button