H’emû nûçeSîyasî

K’urdên Ermenîstanê li ber ofîsa Organîzeya Net’ewên Yekbûyî protêstokirin mîyaser kirine

Li ber avayê Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Yêrêvanê k’urdên Ermenîstanê ak’sîya protêstokirinê mîyaser kirine û cêr’ibandine guhdarîya organîzeyê t’eglîfî li ser opêrasîyonên t’irkaye li başûrê K’urdistanê, li ser gund û bajar’ên k’urda, bikin. Sedirê “K’urdistan” komîtê Silo Dir’boyan da k’ifşê, wekî ew hîvî dikin, ku opêrasîyonên T’irk’îyayê bêne sekinandinê.”Em hatine li vir, ku xemgînîyên miletê xwe pêşda bik’işînin. Seroketîya t’irka îro sîyasîya usa mîyaser dike, ya ku bona h’emû cime’tên r’êgîyonê qezîyaye.K’urdên li Îraqê li ber qezîyayê sekinîne”,- Silo Dr’boyan daye dîyarkirinê û serda zêde kirîye,wekî qewimandinên li wî welatî wana xemgîn dikin. Bi gotina wî, ew gumanin, wekî ofîsa Organîzeya Net’ewên Yekbûyî wê mecala bide xebatê,ku opêrasîyonên qet’ilkirinêye vî cûr’eyî bêne sekinandinê. “Em hîvî ji seroketîya Organîzeya Net’ewên Yekbûyî dikin, ku ew piştgirîyê bidin. Cime’ta k’urd dixweze ku dêmokratîya çawa li T’irk’îyayê, usa jî li Îranê û Îraqê hebe, bo ku bikaribin bi zimanê xwe xeberdin, hînbin, çanda xwe bip’arêzin. Sîyasîya T’irk’îyayêye vî cûr’eyî, wê negihîne tiştekî baş, gerekê t’evayî dijî sîyasîya Êrdog’an şer’k’arîyê bikin”,- sedirê “K’urdistan” komîtê gotîye. T’evbûyên ak’sîyayê derheqa xemgînîyên xweda ne’me t’eslîmî xebatk’arê ofîsa Organîzeya Net’ewên Yekbûyî kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button