SerekeSîyasî

Fêdêrasîya R’ûsîyayê pêşnîyarî T’irk’îyayê kirîye, ku r’eqema leşkerên xweye li Îdlîba Sûrîyayê bide kurtkirinê

Fêdêrasîya R’ûsîyayê û T’irk’îya wê pirsên derheqa kurtkirina r’eqema eskerên T’irk’îyayêye li Îdlîbê, usa jî derxistina têxnîka Enqerêye giran, gotûbêj bikin.Hatîye r’agîhandinê,wekî van axirîya li wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der hevdîtin derbaz bûye,wextê k’îjanê dêlêgasîya R’ûsîyayê pêşnîyarên xwe r’aber kirine, lê ew negihîştine qayîlîyê. “Piştî wê yekê, wextê ku alîyê t’irka derheqa derxistina t’abîyên xweye dîtindarîyê înk’ar kir, wî çaxî qirar hate qebûlkirinê, ku hejmara hêzên t’irkaye li Îdlîbê bidine kurtkirinê û têxnîka giran jî ji wê neh’îyê bidine derxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button