Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî, bi hazirîya wezîrê pêşmerga, serokê ştaba pêşmerga û wek’îlê dêpartamênta p’êwendîyên der, r’astî wek’îlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî li Sûrîyayê Cêyms Cêfrî û dêlêgasîya ku r’êberîya wî dikir, hatîye. Bûyarên van axirîyaye li Sûrîyayê, pirsên koalîsyîona navnet’ewî, girêdayî şer’k’arîya dijî DAÎŞ-r’a, h’alê k’urda û partîyayên k’urdaye li Sûrîyayê, hatine gotûbêjkirinê.Cêyms Cêfrî îzbat kirîye, wekî ŞAY û koalîsîyona navnet’ewî wê piştgirîyê bidine k’urda, bona ku bi t’emamî DAÎŞ bê t’unekirinê û wê usa jî piştgirîyê bidine K’urdistanê û Îraqê, bona wî meremî. Cêfrî usa jî derheqa piştgirîya ŞAY-ye bona dîyaloga di navbera partîyayên k’urdaye li Sûrîyayê, xeberdaye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî r’ola Nêç’îrvan Barzanîye nava yekbûna partîyayên k’urdaye li Sûrîyayê, dîyare. Serokê K’urdistanê sirîya xweda r’azalixî e’lamî ŞAY û koalîsîyona navnet’ewî kirîye, bona hevk’arîyê û piştgirîyê. Pirsên derheqa nexweşîya koronavîrûsê, p’êwendîyên Hewlêrê û Beg’dayê, h’alê li herêmê, usa jî pirsên başqe wextê hevdîtinê hatine gotûbêjkirinê.
Gotarên eynî
Têkilîyên bi Rûsyayê re pirs û pirsgirêk hene ku em li ser wan dîyalogê dikin: Mîrzoyan
02.05.2024, 11:45
Kiryarên rayedarên Ermenîstanê ji bo aştîyeke bi îstiqrar li herêmê ne: serokkomarê Ermenîstanê
02.05.2024, 10:40
Pirrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê li dijî tu welatekî nayê kirin: serokkomarê Ermenîstanê
02.05.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - DAIŞ yên ku ji kampan direvin li Serê Kanîyê tên bicîhkirin30.04.2024, 17:42