Sereke

Dijmin şev cêribandinîye pêşda bê,lê zyana mezin stendîye û paşda hatîye avîtinê: eskerê parastinê

Şev li alîyê başûr-rojavayê, başûr-rohilatê û berbi bakûr şer berdewam bûye.
Wextê şêr, dijmin hedefkirina gunda berdewam kiriye, wana hîmlî bi rokêta derb gîhandine bajarên Martûnîyê, Şûşîyê û gundê Karîn Takê.Derheqa wê yekêda eskerê parastina Arsaxê elam dike.
“Ji alîyê eskerê parastinêda berbi tabîyên wan, derbên hedefkirî hatine gîhandinê. Dijmin bi têknîkayê xwestîye berbi Avêtaranos-Sxnaxê pêşda bê, lê ji alîyê qewatên eskerda hatine lêxistinê û paşda hatine avîtinê”,- nava elmetîyêda hatîye gotinê.
Tê elamkirinê, wekî şebeqê qewatên dijmin xwestine wargên edil bidine ber rokêta.Eskerê parastinê bi temamî xeta pêşin bin kontrolêda xweyî dike.
Wezîreta Arsaxêye halê qeydeder hinekî pêşda elam kir, wekî 31-ê cotmehê û şeva 1-ê mijdarê li bajarê Arsaxêyî Martûnîyê hal sincirî bûye.Li bajêr avîyasîya leşkerî hatîye xebitandinê.Piştî bombebarandina gelek avahî wêran bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button