Sereke

Esekerê ermenî ji nava şêr qewat û cêribandî derketîye:wezîrê parastinê

Qayîlnivîsara îroyîn ya here baş bû, ku dikaribû hebûya. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Davît Tonoyan wextê weşana têlêvîzîyona Civakîda gotîye.
“Hîvî dikim guhdarîyê bidine ser ku ev qayîlnivîsar berê ewlin derheqa aşîtîparêzên rûsda ye. Bona cîhwarkirina aşîtîparêza eva cûrê herî baş bû. Ew nava wedekî kurtda hate hazirkirinê.Em ji Rûsîyayê razîne, wekî me ew piştgirî stend, wezîrê Ermenîstanêyî parastinê gotîye.
Bi gotina wezîrê parastinê, eskerê ermenî ji şêr qewat û cêribandî derketîye.
Piştî şera, esker qewat dibin. Usa jî em in.Emê xebata xwe, werguhastinên xwe, destanîna sîlihên nû, xwesîlihkirinê berdewam bikin. Emê sîstêma mobîlîzasîyayê lê binihêrin, ya ku wextê şerê vî cûreyî pêwîst bû”,-Tonoyan gotîye.
Derheqa gotina xweye berêda, ku ewî gotibû “Şerê nû, topraxên nû”, Tonoyan gotîye, wekî ew yek bona Adirbêcanê bû.
“Feqet em nava vî karîda ne tenê tevî Adirbêcanê, lê usa jî qewatên ku piştgirîya wê dikin, ketine nava şêr.Şerkarî tevî Adirbêcanê nîbûye.Eva halekî gêopolîtîkîyî nû bû, yê rêgîyonê û ne tenê yê Kavkaza Başûr”,-Tonoyan gotîye.
Bi gotina wî, gotina “Şerê nû, topraxên nû”, çawa bersiva Adirbêcanê bû, dema ku ewê gef dixwerin ku wê şêr destpêke. Feqet bi rastî Ermenîstanê ne tenê dijî Adirbêcanê şer dikir.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button