Sereke

Wezîrê Arsaxêyî karên der bi banga bona parastina mîrasa Arsaxêye dîrokî berbirî Organîzeya Netewên Yekbûyî, YÛNÊSKO-ê bûye

Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan 26-ê meha çile name ser navên katibê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîo Gûtêrêş û serokê YÛNÊSKO-ê Odrî Azûlê şandine. Namada Babayan derheqa wê yekêda nivîsîye,wekî ew mîrasa ermenîye çandî ya ku ketîye bin kontrola Adirbêcanê, bi zanebûn tê tunekirinê û ew yek teribandina mafê navnetewî ye. Hatîye ragîhandinê,wekî namada mînakên wan bûyara hatine raberkirinê.Hatîye dîyakirinê,wekî hêna Sovyêtêda û ji salên 1992-a heya 1994-a,wextê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê, ji alîyê seroketîya Adirbêcanêda 167 dêr, 8 komplêksên ruhanî û 123 mexber hatine xirabkirinê. Nava wî wededeyî nêzîk 25OO kevirxaçên ermenî û ji deh hezara zêdetir kevirên mexberên ermeîya hatine xirabkirinê û çawa matêrîyal hatine xebitandinê. Wextê agrêsîya Adirbêcanêye 27-ê îlona sala 2O2O-î destpêkirî, dîsa ew prosês berdewam e, û pêşerojêda qezîya bi temamî tunekirna mîrasa ermenîye çandî pêşda hatîye. Wezîrê karên der bangî teşkîletên navnetewî kirîye, ku ew dewê ji seroketîya Adirbêcanê bikin bo ku borcdarîyên xwe biqedînin, mîrasa ermenîye çandî bê xweykirinê û ew ji sîyasîya tunekirina wê yekê paşda bisekinin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button