Sereke

Hoşyar Suveylî: serokatîya ŞAY-ye nû tevî serokatîya kurdaye sîyasî nava pêwandîyên sixdane

Serokê beşa partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, yê pêwandîyên der Hoşyar Suveylî elam kirîye,wekî admînîstrasîya ŞAY-ye nû tevî serokatîya kurdaye sîyasî nava pêwandîyên sixdane, berê ewlin tevî Mesûd Barzanîyê lîdêr û daye dîyarkirinê,wekî ew rola navçîgarîyê nava pêwandîyên Hewlêrê û Begdayêda dilîzin û piştgirîya Kurdistana qewat dikin.
“Admînîstrasîya ŞAY-ye nû, ya bi serkarîya Co Baydên tevî serokatîya kurdaye sîyasî nava pêwandîyên baş û dîrokîdane, berê ewlin tevî Mesûd Barzanîyê lîdêr.Seyaseta Ştatêd Amêrîkayêye Yekbîye li herêmê wê pêşerojêda bi başî hukumî li ser herêma Kurdistanê bike. Raste, xeta sîyasîya ŞAY-ye der nayê guhartinê, lê hinek guhartin wê nava seyaseta wanda biqewimin”,-Suveylî gotîye. Bi gotina wî, ŞAY dicêribîne bighîje hevraqayîlbûna Hewlêrê û Begdayê û dixweze nava Îraqa yekbûyîda Kurdistana qewat hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button