Sereke

Parlamênta Nîdêrlanda hukumê Tirkîyayêyî li ser HDP-ê gunehkar kirîye

Endama parlamênta Nîdêrlanda Sedet Qerebûlûtê girtina endamên HDP-ê û hukumkirina ser partîyayê gunehkar kirîye. Piştî dîskûsîyayê, ya ku parlamêntvanê destpê kirîye, parlamêntê ew yek gunehkar kirîye. Peyîra Qerebûlûtê gotîye, wekî girtinên endamên partîyayê bona dêmokratîzasîyakirina Tirkîyayê bûne dijwarî. Ewê usa jî derheqa serokê partîyayêyî berê Salhedîn Dêmîrtaşda daye dîyarkirinê, û gotîye, wekî ew hetanî niha girtîye, nenihêrî wê yekê wekî mehkema Avropayêye mafên mêriv qirar kiribû, ku Dêmîrtaş aza berdin. Parlamênta Nîdêrlanda usa jî bangî Tirkîyayê kirîye ku nava doranên normên Yektîya Avropayê bişuxulin û girtîyên sîyasî aza berdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button