Sereke

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bang dike ku şuxulkarîya pevguhartina dîla lez bighînine dawîyê

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî azaberdana sê dîlên ermenîye ji alîyê Adirbêcanêda silav dike.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blîkên Twittêrêda nivîsîye.
“Em bangî alîya dikin ku bi temamî û lez şuxulkarîya pevguhartina hemû dîlên leşkerî, girtîya û cinyaza ser hevda bînin û qedirê nêzîkbûna hindava girtîya, yê nava borcdarîyên wanda, bigrin”,- Blîkên nivîsîye.
Duh ji Bekûyê sê dîlên leşkerî cîguhastî Yêrêvanê kirine.
“Nava encamên cedandinên welatên hemsedirên koma Mînskêda û nava qewilên hukumkirina civaka navnetewîda, Adirbêcanê sê dîlên ermenîye leşkerî paşda vegerandine. Em hêvîdarin, wekî ev şuxulkarî wê lez ser hevda bê”,- ji ofîsa borcbirê cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan elam kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button