Sereke

Paşînyan ji alîyê Rûsîyayê û Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda neqedandina borcdarîyên anegorî peymanê çawa tiştê nebûyînê hesab dike

Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan hesab dike, wekî neqedandina borcdarîyên peymanêye ji alîyê  Rûsîyayê û Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvda tiştê nebûyînêye. Derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê gotîye, wextê ku ewî bersiva pirsa Tîgran Ûrîxanyanê parlamêntvan daye. Ûrîxanyan pirsîye, ku gelo Paşînyan natirse, ku heger Ermenîstan gavên cezakirinê hindava wan azêrîyada biavêje, yên ku sînorê Ermenîstanê teribandine û  heger  Rûsîya  û Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv borcdarîyên xwe biteribînin û piştgirîya pêwîst nedin.

“Hûn dixwezin bêjin, wekî organîze yan jî Rûsîya borcdarîyê xwe naqedînin? Tiştê usa nikare bibe, çimkî ew yek wê bide kifşê, wekî ew teşkîlet wê derheqa belavbûna xweda bêje, çimkî borcdarîyên xwe naqedîne. Tabîya Rûsîyayê her dem jî usa bûye û niha jî usa dimîne, wekî sînorê Ermenîstanê bona Rûsîyayê xeta sore. Mixabin, Adirbêcanê ew xeta sor teribandîye. Û ez bawar nakim wekî Rûsîyayê borcdarîyên xwe neqedîne.Fikira wan borcdarîya ewe, wekî êrîşa ser Ermenîstanê, êrîşa ser Rûsîyayêye”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button