SerekeSîyasî

ŞAY êrîşa dironaye li Hewlêrê gunehkar kirîye

 Konsûlxana  ŞAY-ye li Hewlêrê  êrîşa dironaye roja şemîyêye ser Hewlêrê gunehkar kirîye.

“Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî êrîşa dironaye li Kurdistana Îraqê gunehkar dike. Ev yek teribandina serbixwetîya Îraqê dide kifşê”,- elametîyêda hatîye gotinê.

Anegorî elametîya fermî,  şeva  26-ê hezîranê li nêzîkî Hewlêrê çar dironên bi bomba ketine, ji kîjana dudu teqîyane, lê zyana meriva tune, zyan ya matêrîyalî bûye. Serwêrtîya îdara Kurdistanêye antîtêrorê şikilên parçên dirona raber kirine, li ser kîjana sloganên şihîya hebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button