Sereke

Yektîya Avropayê dicêribîne li herêma me aktîvbe: sîyasîzan

Armên Bagdasaryanê sîyasîzan weşana Spûtnîk Armênîyayêda derheqa  seredana serokê Şêwir Avropayê Şarl Mîşêle li Ermenîstanê û hevraxberdanên derbazbûyîda xeberdaye.Bi fikira Armên Bagdasaryan, Ermenîstan nava du şuxulkarîyên cudadane. Ji alîkîva întêgrasîya tevî Yektîya Avropayêye, lê ji alîkî mayînva jî pirsgirêka Arsaxê û pirsa sînoraye. Bi gotina wî, seredana Şarl Mîşêle li Ermenîstanê bi wê yekêva kardare, wekî Yektîya Avropayê dicêribîne li herêmê şuxulkarîya xwe bide berfirehkirinê, bi taybetî nava hevraxeberdanên dora statûsa Arsaxê. Bi fikira Bagdasaryan, dew-doza Arsaxê ji alîyê Yektîya Avropayêda tê qebûlkirinê  çawa zona bin hukumê rûsîda û çetin Yektîya Avropayê bikaribe hukumî li ser wê yekê bike, Adirbêcanê zeftke, dîlên leşkerî paşda vegerîne û  provokasîyayên wêye li ser sînorê tevî Ermenîstanê bide sekinandinê.

 Rojeva Yektîya Avropayêye li herêma me heye, dikevine nava kîjanê werguhastin, desta pirsên hiqûqî û êkonomîkî, ya ku dikeve nava bernama hevkarîya Rohilatê. Avropî gerekê hemû tiştî bikin wekî hetanî wî çaxî dew-doz helkirîbe. Avropî dixwezin wekî li vir aşîtîya wededrêj hebe, bona ku ew aktîvîya xwe bidine mezinkirinê»,- sîyasîzan gotîy.

Bi qîmetkirina Bagdasaryan, bi dayîna 2,6 mîlîyard dolara, Yektîya Avropayê dixweze bernamên învêstîsîyon kontrolke û hema bi wî meremî ew hazire piştgirîya têknîkî bide Ermenîstanê.Tu kes hema usa perên wî cûreyî nade, usaye dewsa wê yekê hêvîdarî hene, ew dixwezin Ermenîstanê ji zona hukumê rûsî  derxin, lê  mecalên bernama Rûsîyayêye dijî wê yekê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button