Byûroya dêpartamênta ŞAY-ye pirsên Avropayê û Avrasîyayê kuştina merivê sîvîle li dor-berê Şûşîyê gunehkar kirîye
Byûroya dêpartamênta ŞAY-ye pirsên Avropayê û Avrasîyayê kuştina merivê sîvîle li dor-berê Şûşîyê gunehkar kirîye. “Em wê zordarîyê gunehkar dikin, rûyê çida merivekî ermenîyî sîvîl hatîye kuştinê. Em bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dikin, ku tevbûna xwe bidine aktîvkirinê, nava wanda ya bi destî hemsedirên koma Mînskê, bona ku pirsên helnekirî, yên girêdayî dew û doza Qerebagêra, bêne helkirinê”,- derheqa wê yekêda nava elametîya dêpartamêntêda hatîye gotinê, ya ku Twittere da belav bûye.
Em bêjin, wekî 8-ê mijdara sala 2O21-ê li nêzîkî Şûşîyê qulixçîyê Adirbêcanêyî leşkerî agir kirîye û bi zanebûn xwestîye çend merivên ermenîye sîvîl bikuje, yên ku xebatên çêkirina lûla avêva mijûl dibûn.Binelîyê Stêpanakêrtêyî 23 salî cîda hatîye kuştinê, lê sê merivên mayîn birîndar bûne.