H’emû nûçeSereke
Borsaya Moskvayê plan dike ku bi perên neteweyî, yên Ermenîstanê, Ûzbêkîstanê û Yektîya Mîrtîyên Ereba destbi danûstandinê bike
Serokê beşa sûka perên navneteweyî, yê borsaya Moskvayê Andrêy Skabêlîn elam kirîye, wekî nava mehên pêşîya meda borsaya Moskvayê plan dike ku bi perên neteweyî, yên Ermenîstanê, Ûzbêkîstanê û Yektîya Mîrtîyên Ereba destbi danûstandinê bike. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hindava wan perada hewaskarî heye û li rex helkirina cêrge pirsên têknîkî wê ew yek bê kirinê. Bi gotina Skabêlî, bona destpêkirina wê yekê pêwîste ku hewaskarî ji alîyê tevbûya û bikirçîyada pêşda bê û wî çaxî wê sûka rast sazbe.