Cîgirê serokê Le Figaro ê Jan Krîstof Byûîso derheqa tunekirina mexberên ermenîye li gundê Şênê, pirs bilind kirîye, yê ku bin okûpasîya Adirbêcanêdane.
Girêdayî vê yekêra ewî pirs daye UNESCO ê:
« Gelo hûn nikarin bi cûrekî fermî pirsê bidine desthilatdarîya Bekûyê ku bi çi menîyê mexberên ermenîye li gundê Arsaxêyî Şêna kevinar tune dike, yê ku ji mijdara sala 2O2O- îda bin okûpasîya Adirbêcanêdane?».
«Heger hûn nikarin wê pirsê bidin, wî çaxî hûn bona çi pêwîstin?», ewî mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye.