H’emû nûçeSereke
Li Çînistanê vîrûseke nû hatîye dîtinê
Doxtirên çîn û yên Sîngapûrê derheqa vîrûseke nûda dane dîyarkirinê û elam kirine wekî 35 nexweşên wî cûreyî hatine dîtinê.
Navê wê nexweşîyê «Lanîya» ye, ya ku li ştatên Şandûyê û Hênayê hatîye dîtinê. Nexweş dikuxun, germa wan heye, tê bêjî westîyayîne, medê wan li hev dikeve û serê wan dêşe.
Doxtirara hela hê li hev nehatîye pêwandîya di navbera nexweşa bibînin û xêncî wê yekê, li cem endamên malbetên wan jî nîşanên nexweşîyê nehatine dîtinê.