H’emû nûçeSereke

“Mesaja” Paşînyan bona civaka navneteweyî ya  bona normalkirina hal

Heger Rûsîya nikare rola xweye aşîtîparêz biqedîne, wî çaxî gerekê berbirî Şêwira Ewlehêkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî bibin, ku li Arsaxê mêxanîzmên navneteweyî bidine xebatê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê elam kirîye.Pêşezan têra dibînin wekî desthilatdarîya Ermenîstanê wedekî dirêj derheqa pêwîstîya xebitandina garantîyayên navneteweyîda dibêjin. Bi gotina wan, niha dijware bêjin, ku kîjan mêxanîzm dikarin wê yekê bidine helkirinê.

Hetanî ku qezîya paqijkirinên êtnîkî li Qerebagê hebe, eskerê Arsaxêye parastinê gerekê hebin. Derheqa wê yekêda Paşînyanê serokwezîr gotîye. Bi gotina wî, eskerê parastinê mêxanîzma tek-tenê nîne, çimkî li wir usa jî aşîtîparêzên rûs hene.

“Rûsîyayê bi fermî rola garanta ewlehkarîya cimeta Qerebagê hildaye ser xwe.Em hêvîdarin wekî Rûsîyayê wê yekê baş mîyaserke, lê heger hevkar û dosta me Rûsîya bi menîke obyêktîv nikare wê rolê biqedîne, wî çaxî em gerekê berbirî Şêwira Ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî bibin û derheqa  qezîya paqijkirinên êtnîkîda elamkin. Bona vê yekê jî li Qerebagê û li korîdora Laçînê mêxanîzmên navneteweyîye mayîn pêwîstin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button