
Komîtêya Ermenîstanêye olîmpîyê derheqa kirinên ji alîyê Adirbêcanêda, dorgirtina Arsaxê, bi namê berbirî komîtêya olîmpîyê, ya navneteweyî, komîtêya Avropayêye olîmpîyê, komîtêya Asîyayêye olîmpîyê û usa jî serokê komîtêyên olîmpîyê, yên ji sedî zêdetir welata bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda sêkrêtarê sereke, yê komîtêya olîmpîyê Hraçîya Rostomyan gotîye.
“Nava nama komîtêya olîmpîyêda bi taybetî hatîye gotinê:
“Eva îdî serê 215 rojîye ku Qerebag nava dorgirtinêdane. 120 000 binelîyên edil ji dinîyayê qetîyayîne. 120 000 binelîyên edil li ber şêmîka xelayê sekinîne. Dêfîsîta dermana, xurekên zaroka û ya ardû heye. Meriv ji mafên saxlemîxweykirinê, çûyîn-hatinê û gelek mafên mayîn miqûf mane. 30 000 zarok li ber qezîya xelayê sekinîne. Jinên hemle alîkarîya anegor nastînin û saxlemîya wan bin qezîyayêdane. Ev dorgirtina vî cûreyî sedsala 21 ê da diqewime. Gelek sîstêmên navneteweyî û dewlet bang kirine ku dorgirtinê bidine hildanê. Bi teglîfkirina guhdarîya we li ser vî halî, ez hêvîdarim, wekî heja hemcîhanî ya olîmpî, ya ku piştgirîya heqîtîyê û hûmanîzmê dike, nikare çevê xwe li ser vê rastîyê bigre”.