H’emû nûçeserekeSereke

Alên Sîmonyan projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî baylozên Yekîtîya Avropayê kirîye

Serokê parlamenta Ermenîstanê Alen Sîmonyan baylozên welatên Yekîtîya Avropayê qebûl kirine.Li gorî ragîhandina Armênpress-ê derheqa wê yekêda ji parlamêntê ragîhandine.

Destpêka hevdîtinê serokê parlamêntê daye dîyarkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê bona Ermenîstanê hevkara piştgira rojeva werguhastinên li Ermenîstanêye.

Ewî gotîye, wekî hevkarî bi alîyên nûva hatîye tijîkirinê, bi taybetî bi dîyaloga pirsên sîasî û ewlekarîva.

Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa zû destpêkirina dîyaloga dora azadkirina rêjîma vîzayê, hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê ya parlamentîyê, çûye.

Serokê parlamêntê bi yazixî gotîye, wekî Adrbêcan hindava pevketinên li Bryûsêlê destanî amin nine û naxweze beşdarî hevdîtinên teşkîlkirî nabe, xwestin û meremên xweye agrêsîv zelal dike.

Bona şandina dîtindaraye li Ermenîstanê, Alên Sîmonyan razalixî elamî welatên Yekîtîya Avropayê kirîye û biryara derheqa cîwarkirina mîsîyayê bilind qîmet kirîye, gotîye ku ew yek bona li herêmê îzbatbûna qewînbûnê gaveke kifşe.

Serokê parlamêntê projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raberî baylozên Yekîtîya Avropayê kirîye, ya ku mecalên pêşkevtina êkonomîkî û rêya dide herêmê û welatên ji herêmê der.

Derheqa pirsên girêdayî wan qerebagyava, yên ku bi destê zorê ji cîh û warên xwe hatine derxistinê,serokê parlamêntê gotîye, wekî hukumat van roja li ser qîmetkirina hewcetîyên wan meriva û helkirina pirsgirêkên wan dixebite û ew yek wê zêdetir kardarbe eger civaka navneteweyî jî beşdar bibe.Ewî serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan ew alîkarîya Yekîtîya Avropayê, ya hûmanîtarî, bilind qîmet dike. Xeberdan usa jî derheqa biryara mehkema navneteweyîda jî çûye, bi kîjanê mehkemê Adirbêcan borcdar kirîye ku ermenîyên Qerebagê bêqezîya paşda vegerine malên xwe û ewlekarîya wan bidine çareserkirinê, usa jî ewên ku dixwezin ji wir derkevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button