ÇandSereke

“Dayika Xwedê: Meryem ji Anahîtê”: nîşandayîn  bi hevkarîya mûzêya dîroka Ermenîstanê û mûzêya Brîtanyayê

Mûzêya dîroka Ermenîstanê,nav mûzeyên li cîhanê, yên bi nav û deng, bi aktîvî bi mûzêya brîtanî ya London re hevkarîyê dike.

Mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê  sala 2018 a da beşdarî pêşangeha navneteweyî ya “Ez Aşûrbanîpalim, padişayê cîhanê, padişê Aşûra me” ya ku li mûzêya Brîtanîyayê hat organîzekirin, bû û 10 pêşangehên taybet yên ji berhevoka mûzêya hatine nîşandayînê.

Sala 2023 a, li mûzêya brîtanî  pêşangeha navneteweyî ya bi sernavê “Şeref û hêz: ji Farizistanê heta Yûnanistanê” vekir, beşdarî kîjanê bûye mûzêya Ermenîstanêye dîrokî, keştîya rê û resmê ya bi şikilê hirçê li Artaşatê hatîye dîtin.Sê nirxên çandî yên bêhempa nîşan dike, zingara zêr ku li Armavîrê hatîye dîtin.

Di çarçoveya vekirina pêşangehê de, bi rayedarên mûzêya Brîtanyayê re danûstandin hatin kirin. Bi taybetî bi rêvebirê mûzêya Brîtanyayê Hartvîng Fîþêr û rayedarên din yên mûzêyê re, wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistîyê, çandê Janna Andrêasyanê û serokê mûzêya dîroka Ermenîstanê Davîd Poxosyan  hevdîti pêk hatin.

Wextê hevdîtinanê pêrspêktîv û îmkanên nû yên hevkarîyê di navbera herdu mûzêyan de hatin gotûbêjkirin û herwiha tekezî li ser berdewamîya lidarxistina pêşangehên hevbeş hate kirin.

Bi erêkirina lijneya rêvebir ya mûzêya Brîtanyayê, îsal mûzêya Ermenîstanêye dîrokî “Dayîka Xwedê: Meryem ji Anahîtê”, di çaroçevya nîþandayînê tê plankirin ku  heykelê xwedawenda Anahîtêye tûnc hatîye parastin, bi awayekî demkî bê nîşandayînê.

Karê birêxistina vê pêşangehê di qonaxa dawîn de ye, piştî bidawîhatina wê, wezîreta rewşenbîrî û mûzêya bi fermî destpêkirina pirojeyê radigihînin.

Wezîreta Ermenîstanêye çandê û perwerdê û mûzêya dîroka Ermenîstanê bi awayekî aktîv bi mûzêya Brîtanîyayê re û her weha sazîyên din yên hevkar yên bi prêstîj re hevkarîyê dikin, ji bo ku mîrata çandî ya ermenî li Ermenîstanê û li derveyî welat bidin nasîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button