SerekeSîyasî

Lehîya li Dihokê:hejmara mirîyan bû 3

Barîna baranê li parêzgeha Dihokê berdewam dike û welatyekî din ji ber lehîyê canê xwe ji dest da.

Hejmara welatîyên ku ji ber lehîyê canê xwe ji dest daye bû 3.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd ragihand ku welatîyek ketîye nava avê û di wê demê de elektrîk wî digire û canê xwe ji dest dide.

Huner Reşîd aşkere kir ku navê wî welatîyê canê xwe ji dest daye Bilal Ebdullah e û 12 salî ye.

Herwiha cenazeyê wî ji bo bijîşkîya dadî ya Dihokê hatîye şandin.

 Berdevkê tenduristîya Dihokê Taban Fazil jî ji Rûdawê re got:

“Îro tenduristîya 7 kesan ji ber lehîyê têk çûbû û birîndar bibûn ew ji bo nexweşxaneyên Duhokê hatin veguhestin.

Rewşa tendirustîya wan baş e û ji nexweşxaneyan derketine”.

“Li Dihokê 133 milîm baran barîyaye”.

Herwiha Taban Fazil ragîhand ku ji ber elektrîkê ciwanekî 12 salî canê xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo bijîşkîya dadî ya Duhokê hatîye veguhestin.

Pêleke baranê parêzgehên Herêma Kurdistanê girtîye.

Li gorî rêveberîya keşnasî û erdhejê ya Dihokê, ji demjimêr 9 ê sêşemê heta 9 ê şev, li Dihokê 133 mîlîm, li Zaxoyê 49,9 mîlîm, li Akrê 31,2 mîlîm, li Bamernê 98,2 mîlîm, li Batîfayê 85,8 mîlm, li Amêdîyê 59,8 mîlîm û li Mangêşê 87 mîlîm baran barîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button