SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: gelê kurd dev ji mafên xwe bernade

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Divê hilbijartin di çarçoveya yasaya hilbijartineke dadperweran de bên kirin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo wezîrê dewletê yê li wezîreta karên derve ya Almanyayê Tobisa Lînder re civîya.

Hukumeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku wezîrê alman Tobisa Lînder tekez kirîye ku dê piştgiriya Almanyayê ji bo Pêşmerge û alîkarîya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Li gorî daxuyanîyê mijara sereke ya civînê, girîngîya rêzgirtina li sîstêma fêdêralî ya Îraqê û parastina statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû”.

“Gelê Kurdistanê dev ji mafên xwe bernade”.

Her wiha serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê kir, “her çende bi awayên cûre-cûre yên sîyasî, leşkerî, aborî û bi navê yasayî zext li Herêma Kurdistanê tê kirin ku dest ji mafên xwe yên destûrî berde, lê gelê Kurdistanê tu carî amade nîne dev ji ser mafên xwe berde”.

Di berdewamîyê jî de serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em hertim alîgirê hilbijartinan bûne lê divê ew hilbijartinên rewa, dêmokratîk û destûrî û di çarçoveya yasayeke helbijartinê ya dadperwerane de bin ku garantîya nûnertîya hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê bike”.

Li gorî daxuyanîyê rewşa kampên Herêma Kurdistanê, mijareke din ya hevdîtinê bûye û her du alî li ser wê yekê hev ra bûn ku rê li ber vegerandina xwebexş ya penaberên ji bo cîhên xwe bê vekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button