H’emû nûçeSereke

Xwedîyê  stansîya Ermenîstanêye atomî Ermenîstan e û tenê Ermenîstan dikare xebata stansîya atomî bide sekinandin

Sîstêma ewlehîyê ya stansîya Mêsamorêye  atomî di asteke bilind de ye. Forûma navneteweyî ya du rojan ya “Atomêkspo 2024” li parka zanistî ya “Sîrîûs” li Soçîyê tê lidarxistin. Çalakî bi piştgirîya şîrketa dewleta Rûsyayê “Rosatom” ê cara 13 emîn tê lidarxistin.

Mijara sereke ya “Atomêkspo 2024” nifşa çaremîn ya têknolojîyên rêaktorê ye. Di vê çalakîyê de rêveberê stansîya Ermenîstanêye atomî di birîfîngekê de bi rojnamevanan re behsa kar, pêkhate û bernameyên veberhênanê yên çaverêkirî yên kargeha di bin kontrola xwe de kir.

Stansîya Mêsamorêye atomî wê heta sala 2036 a bê xebitandin. Li gorî pisporan dirêjkirina xebata sansîya atomî bi tesadûfî pêk nayê. Pispor piştrast in ku eger ewlekarîyeke bilind ya stansîya Ermenîstanêye atomî nebûya, ajansa navdewletî ya ênêrjîya atomî heta 12 salên din destûr nedida ku kar bike. Lê tenê welatê ku xwedîyê wê sansîyayê ye dikare xebata sansîya atomî rawestîne.

“Ermenîstan  xweyê 100 selefê şirîkê stansîya atomî ya Ermenîstanê ye. Dewletên din, bi hin armancên teng, dibe ku nêrînên cuda dîyar bikin, lê divê ew nêrîn li ser rastîyên belgekirî û nêrîna pisporên MAGATÊ be.

Pisporên ajansa navnetewî ya ênêrjîya atomê ji bo lêkolîna rewşa stansîya Ermenîstanêye atomî ji carekê zêdetir serdana Ermenîstanê kirin. Encamên wan îzabt kir ku stansîya Ermenstanêye atomî hemî pîvanên xebata ewledar digire. Girîng e ku daxuyanîyên bi vî rengî yên welatên navborî di demên dawî de bi awayekî perîyodîk in.

Êdvard Martîrosyan wiha bertek nîşanî vê yekê dide: “Ez nafikirim ku Tirkîya bikare vê mijarê bîne rojevê, em wek rêxistineke xebatê û ez jî wek serokê wê rêxistinê nikarim kargeheke metirsîdar bixebitim. Ez teqez dikarim ji we re bêjim ku ji bo her tedbîrek ku bandorê li ewlehîyê bike, gav bi tevahî û hêj bêtir têne avêtin”.

Nêzîkî 2,5 sal maye ku dema xebata stansîya atomî deh salên din bê dirêj kirin. Lê stansîya Mêsamorêye atomî her sal ji bo ji nû ve çewisandinê kar disekine.Ev navberên 45 rojî ji bo xebatên tamîrkirinê tên armanckirin.

“Sîstêma ewlehîyê ya qereqola me di asteke pir bilind de ye, û pereyên ku ji hêla hukumeta  Ermenîstanê ve hatî veqetandin bi tevahî têra xwe bûn, heta ji pîvanên nûjenkirina pergalên ewlehîyê yên heyî derbaz bûn”.

Heger rawestgeh ji 45 rojan zêdetir be, wê hingê xebat ji bo dirêjkirina çalakîyê têne rêve kirin. Bi vî rengî, stansîya Ermenîstanêye atomî di sala 2021 de 156 rojan nexebitî. Alîkarê wezîrê  rêvebirîya herêmî û binesazîyê  Hakob Vardanyan dibêje, di wê demê de pergala ewlehîyê hîn xurtir bû, pergala sarbûna acîl ya herêma çalak ya rêaktorê nûjen bû.

“Sîstêma ewlehîyê ya nifşê nû hatîye avakirin, ku li gorî standartên ku piştî qezîya Fûkûsîmayê hatine pêşxistin dixebite.

Vê demê de, him bi “Rosatom” re û him jî bi welatên din yên ku di avakirina stansîya atomî yên nû de xwedî ezmûn in, xebat û gotûbêj têne kirin, ku armanca wan ew e ku pêşnîyarek ji bo avakirina santralek nûjen, ewledar û hevrikî ji hêla bihayê ve bêgirtin. Li gor biryara serokwezîrê  Ermenîstanê ji bo ku di sala 2023 a de li ser mijarên avakirina yekîneyeke nû ya stansîya li Ermenîstanê bê gotûbêj kirin,  6 ê hezîranê  komeke xebatê ya navbirî hate avakirin. Paşînyan di rûniştina 8 ê sibatê ya hukumeta  Ermenîstanêda de ragîhandibû ku ew li ser mijara avakirina stansîya atomî ya modûlar gotûbêj dikin.

Biloka stansîya Ermenîstanêye atomîye duda wê heta sala 2036 a bixebite. Wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê Ginêl Sanosyan eşkere dike ku hilbet ewlekarî girîng e, lê niha jî hewl didin fêm bikin ka dê kîjan modêl di pergala ênêrjîyê ya Ermenîstanê de cîh bigire.

Pisporê ewlehîya ênêrjîyê Artûr Avêtîsyan: “Stansîya atomî, ya bi hêz, kevneşopî, ji hêza stansîya atomî ya heyî ne kêmtir e, ji bo me hem ji hêla ênêrjîyê ve hem jî ji hêla ewlehîyê ve girîng e. Min ji carekê zêdetir got, û ez niha jî dibêjim: stansîya atomî ya bi hêz mêrtalê ewlekarîya me ye”.

Pispor dibêjin, 12 sal ne hindik e, lê ne zêde ye ku meriv xwe bi rê ve bibe, hem jî bibe xwedî stansîya yan stansîyayên nû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button