H’emû nûçeSereke

Nava vê êtapêda pirsa derheqa endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda em gotûbêj nakin: serokê parlamêntê

Ermenîstan niha pirsa endamtîya xweye nava Yekîtîya Avropayêda gotûbêj nake.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê , derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku wextê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr, seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên pirsên çawa wê bêne gotûbêjkirinê û gelo diqewime pirsa endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayê wê bê bilindkirinê, yan na?

“Ez ji rojeva hevdîtinê haj pê tuneme. Niha pirsa endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda em gotûbêj nakin.Ez nafikirim wekî tiştê usa dikare bibe”,- Sîmonyan gotîye.

5 ê nîsanê  li Bryûsêlê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  Êntonî Blînkên wê pêk bê, wextê kîjanê rêyên hevkarîya sêalî, yên bona piştgirîya Ermenîstanê wê bêne gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button