H’emû nûçeSereke

Raporta koma Rasmûsên bang li Yekîtîya Avropayê dike ku gavên wêrek bavêje û piştgirîyeke berbiçev bide Ermenîstanê

Koma bilind ya “Tora dostên Ermenîstanê” ya bi serokatîya serokwezîrê Danîyayêyî berê û sêkrêtarê giştî yê berê yê rêxistina peymana Atlantîka Bakûr Andêrs Fog Rasmûsên ku di nav beşdarên wê de serokwezîrên berê, parlamenter û dîplomat hene, raporek amade kir ku tê de peywendîyên di navbera Ermenistanê û Yekîtîya Avropayê de, pêwîstîya wan bi xurtkirina zêdetir, endamtîya dawî ya Ermenîstanê di vê rêxistinê de, û herwiha rewşa niha ya li Qafqasîya Başûr û gefên li ser Ermenîstanê.

Çawa ku “Armenprêss” ji raportê pê dihese, xudan tekezî li ser gav û kiryarên ku Yekîtîya Avropayê dike, bi berçavgirtina pirsgirêk û metirsîyên heyî yên li ser Ermenîstanê, dikin.

Li gorî xudanên raportê, niha dema wê ye ku gavên wêrek bên avîtin û piştgirîyeke girîng ji Komara Ermenîstanê re bê kirin.

Raportê de hatîye gotin ku Yekîtîya Avropayê berê dilgiran bû ku di warê ewlehîyê de bi Ermenîstanê re hevkarîyê bike, ji ber ku rêxistinê dixwest rola navbeynkarîyê bidomîne, lê sîyaseta Adirbêcanê li himberî Ermenîstanê nîşan da ku Bakû ewqas eleqedar nîne ku pirsgirêkan bi mûzakereyan çareser bike. Berevajî vê, êrîşa li dijî Qerebaxê tenê ev fikira xurt kir ku ew dikare dîsa serî li bijardeya leşkerî bide, ji ber vê yekê divê Yekîtîya Avropayê ji nû ve tevlêbûna xwe ya li herêmê ji nû ve araste bike da ku li şûna navbeynkarîyê, ji bo pêşîgirtina li şerek din, berxwedana Ermenîstanê xurt bike.

Ji ber vê yekê pêwîstî bi xurtkirina hevkarîya Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê di warê ewlehîyê de hem di demeke kurt de û hem jî di dema dirêj de heye.

Xudan tekez dikin ku Yektîya Avropayê divê ji Ermenîstanê re nexşeyek gav bi gav, lê dîyarker ji bo berfirehkirina peywendîyan  raber bike. Di nav vê de pêşkêşkirina statûya berendamê Yekîtîya Avropayê ya Ermenîstanê jî heye. Pêşnîyareke weha divê bi piştgirîyek rastîn û bingehîn bê piştgirîkirin.

Di raporê de tê gotin ku Ermenîstan xwe di nav hawîrdoreke ewlekarî ya pir bêîstiqrar de dîtîye, bi sedema ku Adirbêcan berdewam gefan dixwe û nîşan dide ku ew amadekarîya êrîşê li dijî Ermenîstanê dike.

Raportê de hat bibîrxistin ku di encama êrîşa Adirbêcanê ya di salên 2021 û 2022 a de, nêzîkî 200 kîlomêtr çargoşe ji axa serwerîya Ermenîstanê di bin dagirkerîyê de ye û ev yek raste-rast gefê li serwerîya Ermenîstanê dixwe û amaje bi daxuyanîyên serokatîyê kir. Raporê de tê gotin ku Bakû ew hewl dide ji bo êrîşeke din ya li dijî Yêrêvanê qada agahdarîyê peyda bike.

Her wiha bal kişand ser gefên serokkomar Elîyêv yên li paytexta  Ermenîstanê Yêrêvanê ku Adirbêcan daxwazên xwe venaşêre. Di heman demê de tê gotin ku Adirbêcan daxwaza korîdora bejayî ya di nav axa Ermenîstanê re dike, berdewam dike û eger ew bi dest nexe, gefa bikaranîna hêza leşkerî ji bo dagirkirina herêma Syûnîkê ya Ermenîstanê dixwe.

Xudanên raporê tekez dikin ku Tirkîya jî dikare para xwe hebe, ji ber ku ew bi Adirbêcanê re girêdayî ye, vekirina sînorên bi Ermenistanê re red dike û zextê li ser vê dawîyê dike. Lê dîsa jî girîngîya rola Tirkîyayê ya li herêmê tê nirxandin û pêwîstîya bilindkirina peywendîyên bi Ermenistanê re bo asteke bilindtir tê axaftin.

Raportê de bi berçavgirtina hemû rewşên jorîn tekezî li ser wê yekê tê kirin ku pêwîst e alîkarîyên leşkerî yên welatên Yekîtîya Avropayê bên zêdekirin û ev yek dê bibe gaveke girîng ji bo ku Ermenîstan hêza xwe ya berevanîyê zêde bike û bikaribe li hember êrîşên Adirbêcanê li ber xwe bide.

Him meşq û rahênanên leşkerî yên hevbeş û him jî nêzîkbûna peywendîyên leşkerî bi welatên avropî re tê gotin. Yekîtîya Avropayê jî bi vê pêngavê dê sîgnaleke girîng bide Bakûyê û Enqereyê.

Her weha nivîskar behsa endambûna Ermenîstanê di Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf de jî dikin, ku ji hêla ewlehîyê ve ji bo Ermenîstanê qîmeta wê kêm e, ji ber ku piştî êrîşên ku ji hêla Adirbêcanê ve hatin kirin, ew di cî bi cîkirina erkên xwe yên li himber Ermenîstanê de derneket. Di encamê de Ermenîstan bi rastî endametîya xwe ya rêxistinê qerimand û hewl da ku mêxanîzmayên xwe yên ewlehîyê cihêreng bike.

Raportê de tê gotin ku dîyaloga bi hiş û raste-rast bi Tirkîyayê re û sererastkirina peywendîyan û vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê dikare ji bo Ermenîstanê roleke girîng bilîze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button