H’emû nûçeSereke

Ermenîstan gerekê biryarê bide ka dê ber bi kîjan alî ve biçe: konfêranseke hêzên dêmokratîk ku ji bo întêgrasîyona Ermenîstanê ya Avropî ye

Îro desthilatdarên komara Ermenîstanê bi rastî hêza çûyînê ya li pişt întêgrasîyona Ermenîstanê ya avropî ne, li ser rêya wê jî divê piştgirîya hêzên giştî, sîyasî û sîvîl hebe, ji ber ku welat niha li ser xaçerêyeke stratêjîk ya cidî radiweste.

Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, axaftvanan di forûma hêzên dêmokratîk, civakî û sîyasî yên Ermenistanê de ku ji bo întêgrasîyona Ermenîstanê ya avropî tê lidarxistin, nêrînek wiha anîn ziman.

Serokê rêxistina “Welatîya azad” Hovsêp Xûrşûdyan axaftina vekirinê kir û spasîya beşdaran kir û da zanîn ku ev çaremîn konfêransa hêzên dêmokratîk, sîyasî û sîvîl e ku ji sala 2022 a ve her şeş mehan carekê tê lidarxistin.

Xûrşûdyan her wiha spasîya cîgirê serokê partîya “Peymana sîvîl”, parlamêntarê parlamênta Ermentstanê Vahagin Alêksanyan kir ku beşdarî konfêransê bûye û da zanîn ku desthilatdarên Ermenîstanê bi rastî hêza çûyînê ya întêgrasîyona Ermenîstanê ya Avropayê ne.

 “Me hêzên xwe yên sîvîl û sîyasî ku di meha sibata sala borî de di vê formê de li hev kom bûn, bi taybetî ragîhand ku em ê di rêya ku Ermenîstanê ber bi întêgrasîyona Avropayê ve bi rê ve bibin, piştgirî bidin desthilatdaran, hilbet em ê her tim rexnegirê hemû kêmasî û pirsgirêkan bin.

“Ma em dikarin li heman cîhî, di heman pozîsyonê de bimînin? Ez bawer im na, ji ber ku heta sala 2020 î em fikirîn ku ji ber ku meseleya Qerebaxa Çîya, meseleya serwerîya Ermenîstanê heye, divê em di çarçoveya Rûsyayê de bimînin û bi vî awayî nasnameya xwe biparêzin. Baş e em ê di warê aborîyê de paşdemayî bin, nebaş e ku di warê mafên mirovan de hin pirsgirêk derkevin, nebaş e ku li Neteweyên Yekbûyî û Rojava jî pirsgirêkên me hebin. Aram Sargsyan, anî ziman ku piştî sala 2020 î derket holê ku nêzîkatîyên Ermenîstanê û Fêdêrasîyona Rûsyayê di vê mijarê de bi tevahî ji hev cuda ne û îmkana wan tune ye.

Li gorî axaftvan, Ermenîstan îro pirsgirêka veguherîna artêşê, kirîna çekên giran, bilindkirin û pêşxistina aborîyê, parastina mafên welatîyan û mirovan di jîyana giştî de heye û ev hemû pirsgirêk tenê li Rojavayê têne çareserkirin.

 “Di nav welatên herêma me de, Gurcistan li kêleka Amêrîkayêye, Adirbêcan bi “Daxuyanîya Şûşîyê” li kêleka Tirkyayê cîh girtîye, îro jî berjewendiyên wê li gel Rûsyayê hevaheng in û di wî warî de jî çalak e. Yên li herêmê mane em in ku dê biryarê bidin.Heger em bi Rûsyayê re bimînin, em di sêgoşeya Adirbêcan-Rûsîya-Tirkîyayê de bimînin û pirsgirêk dê li ser hesabê me bên çareserkirin”.

Serokê Partiya “Ji bo Komarê” Arman Babacanyan di serî de dîyar kir ku Ermenîstan di qonaxeke stratêjîk de ye, ji bo ku ev yek bêveger nebe pêwîstî bi hewldanên her kesî heye.

Di vê dema çarenûsî de Ermenîstan ji alîyekî ve şerê hebûnê dike û ji bo çareserîya alozîyê li derfetan digere ji bo peymana aştîyê, ji alîyê din ve jî di lêgerîna parastina nasnameya xwe û garantîkirina hebûn û domdarîya xwe de ye. Babacanyan, anî ziman ku ev hemû tenê di nava malbata Avropayê de dikarin bên garantîkirin û divê ev rojev bi pêş de biçe.

“Di nava 4 salan de du belgeyên girîng û di heman demê de bingehîn hatin qebûlkirin ku armanca wan ya demdirêj hilweşandina dewleta Ermenîstanê ye. Babacanyan bi bîr xist ku di sala 2021 ê de, “Dêklarasîyona Şûşîyê” ya sala  2021 ê ku birêz Sargsyan jî behsa wê kiribû û ya duyemîn jî peymana hevparîya stratêjîk ya di navbera Rûsyayê û Adirbêcanê de di sala 2022 a de hatibû îmzekirin” li ser rîya pêkvejîyana avropî, bêbandorkirina armancên wêrankirina welat.

Alîkarê serokê partîya “Peymana sîvîl”, endamê  parlamênta Ermenîstanê Vahagin Alêksanyan dîyar kir ku di têkilîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de dînamîkeke nû heye û partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar ji bo vê yekê dilgeş e. Di heman demê de kar û xebatên nûnertîya medenî ya Yekîtîya Avropayê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê bilind nirxand û rola wê di pêkanîna aramî û aştîya navçê de dîyar kir.

Wî ji amadebûyan re da zanîn ku gotûbêjên li ser pêrspêktîva întêgrasyona Ermenîstanê ya avropî jî di nav partiya “Peymana sîvîl” de berdewam in û soz da ku encamên konfêransê  raberî  desteya partîyê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button