H’emû nûçeSîyasî

Pêkîn Qafqasîya Başûr çawa korîdora potênsîyal, ya di navbera Asîyayê û Avropayêda dinihêre: pispora çînî

Çînistan li Qafqasîya Başûr çawa zona usa dinihêre, ya ku dikare bibe korîdora di navbera Asîyayê û Avropayê.Derheqa wê yekêda, wextê civîna  bi sernavê “Ermenîstan çawa xaçerêya sîvîlîzasîyayê: pêwandîyên dîrokî-çandî”, sîyasîzana çînî Çan Lyûyê gotîye.

Ewê serda zêde kirîye,wekî Çînistan bi açixî pêwandîyên xwe tevî welatên Qafqasîya Başûr dide pêşxistinê. Pisporê serda zêde kirîye,wekî Pêkîn dicedîne tevî Yêrêvanê pêwandîya nava govekên êkonomîkî û çandî, lê tevî Adirbêcanê goveka ênêrgêtîkîda bide pêşxistinê. “Tevî Gurcistanê me sala derbazbûyî qayîlnivîsara derheqa hevkarîya stratêjîda îmze kirîye”,-Çan Lyûyê gotîye.

Ewê daye bawarkirinê,wekî Çînistan hewaskrae ku li herêmê aşîtî hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button