Nêzîkî 2600 jinên êzidî hê dîlin, qirkirin berdewam dibe: Rostem Bekoyan
Komkujîya êzdîyên Şengalê ji sala 2014 a de ji alîyê koma têrorîst ya “Dewleta Îslamî” ve heta niha jî berdewam e. 2 600 î zêdetir jinên êzidî hê nava dîltîyêdanin.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, parlamêntarê êzdî yê fraksîyona “Peymana sîvîl” Rostem Bekoyan li miclîsa netewî di axaftina bi rojnamevanan re gotîye.
“Qirkirin heta roja îro didome.2 600 î zêdetir xwîşkên min hîna jî girtî ne, çarenûsa wan ne dîyar e. Me karibû hinekan vegerînin, lê mixabin ne gelek. Parlamêntar gotîye, heta îro bi sedhezaran êzdî di qampan de dijîn, di şert û mercên gelekî xerab de nin: pirsgirêkên tendurustî, perwerdehî”,-parlamêntvan got, anî ziman ku pêwîstî bi baldarîya civaka navneteweyî heye.
Bakoyan di wê bawerîyê de ye ku înîsîyatîva wî ya ji bo bibîranîna qurbanîyên qirkirina êzidîyên Şengalê li Ermenîstanê, wê ji bo rawestandina qirkirina ku ji sala 2014 a û vir ve tê meşandin jî bike.
Ewî spasîya gelê ermenî, hukumeta Ermenîstanê bi nûnertîya serokwezîr, sazîya qanûndanîn ya ku bi serokatîya serokê miclîsa neteweyî tê temsîl kirin, û her weha hevkarên opozîsyonê yên ku beşdar bûn û deng dan projeya wî ya pêşnîyarkirî.