Dema ku Qerebax dagir kirin Rûsîyayê alîkarî da Adirbêcanê: Norat Têr-Grîgoryans
Civaka Ermenîstanê ji Rûsyayê nerazî ye, ew jî tiştekî rast dike. Serokê berê yê serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê gênêral-lêytênant, Norat Têr-Grîgoryans di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê News.am ê re nêrînek wiha anî ziman.
Wî da zanîn ku piştî bidawîhatina şerê 44 rojî, koma tivingên motorî yên ku ji nêzîkî 2 000 hêzên aştîparêz yên li Qerebaxê bi cîh bûne, divê fîşek neavêta. Lê Adirbêcanê pêşî korîdora Laçînê dagir kir û piştre jî bi navê opêrasyonê pêk anî.
“Ermenîyên Qerebaxê fikirîn ku rûs li wir rawestîyane û dê her tiştî biparêzin. Lê Rûsyayê bi giştî tiştek negirt û di van hemûyan de jî beşdar bû. Ez vê yekê baş dizanim. Ji ber vê yekê ermenîyan helwesta xwe ya li hemberî Rûsyayê guhert û Rojava vexwend”,-gênêral daye kifşê.