H’emû nûçeSîyasî

Di navbera Îranê û Adirbêcanê de şerekî giran dighîje: pispor

Têkilîyên Îranê û Îsrayêlê her ku diçe aloztir dibin. Piştî derbên Îranê ya li dijî Îsrayêlê, niha Îsrayêlê ragîhandîye ku mafê wê heye  li dijî Îranê derbê bighîne .

Pispor bawer dikin ku ev bi rastî dikare bibe destpêka şerê cîhanê yê sêyemîn. Li gorî wan, lêdanên Îranê zêdetir bi awayekî propagandayî bûn û ne bi armanca gîhandina zîyaneke mezin bo Îsrayêlê bûn. Îran soza bersiveke tûndtir dide eger Îsrayêl bersivê bide. Wezîrê karên der yê Îranê ji Waşîngtonê xwest ku Têl-Avîvê rawestîne.   

Îran naxwaze alozîya li herêmê zêde bike.Wezîrê Îranêyî karên der  Huseyn Amir Ebdullahîyan got, ya ku dikare alozîyê zêde bike kiryarên Îsrayêlê ne. Wî bal kişand ser wê yekê ku wan ev peyam piştî opêrasîyona “Soza rast” ku ji alîyê Îranê ve hat kirin, gîhandine Amêrîkayê.

Li gorî hin pisporan, eger Îsrayêl niha êrişî Îranê bike, ev tê wê wateyê ku Îran dê bi çekên pir cidîtir bersivê bide, ku bê şik dê bibe sedema şerekî mezin li herêmê.

Li gorî  pisporan, lîstikvanên navneteweyî naxwazin ku alozî berdewam bike. Bi taybetî jî li gorî wan, Amêrîka dixwaze rewşa Rojhilata Navîn di bin kontrolê de bihêle, da ku bikaribe hêzên xwe li ser nakokîyên Rûsyayê û Ûkraynayê kom bike.

Îranzan Garîk Mîsakyan: “Li gorî daxuyanîyên fermî û civîna encûmena wezîran, eger ji alîyê Îsrayêlê ve êrîşek li ser axa Îranê neyê kirin, ez bawer nakim ku ev alozî berdewam be. Û şerê wekaletê di navbera Îranê û Îsrayêlê de  wek hercar berdewam bike. Her wiha di vê qonaxê de ji Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî heta dewletên herêmê pêwîstîya tu aktorên din bi şer nîne. Di dema êrîşa Îranê de jî Amêrîka bi awayekî cidî alîkarîya Îsrayêlê kir ku xwe biparêze, lê ji Îsrayêlê daxwaz dike ku rewşê xerabtir neke”.

Çavkanîyên Îranî jî radigihînin ku pisporên ajansa navnetewî ya ênêrjîya atomê li navendên atomî yên Îranê dest ji çalakîyên xwe berdane û welatê xwe terikandine. Pisporê navneteweyî Grîgor Balasyanyan dide zanîn ku ev tê wê wateyê ku tesîsên nûklerî yên Îranê dikarin ji bo Îsrayêlê bibin hedef.

Berîya niha jî di asta herî jor de ji Îranê hatibû ragîhandin ku wê di nava sêkon de bersiveke hovane bê dayîn. Bi gotineke din, rewş her ku diçe aloztir dibe, pispor destnîşan dikin ku ev yek ji bo Ermenîstanê jî xetereke mezin e, ji ber ku Îran cînar û hevalbendeke cîdî ye. Îran îro garantorekî cîdî ye ku Syûnîkê ermenî bihêle, ji ber ku gelek caran ragîhandîye ku sînorên Ermenistanê û Îranê yên bi sedsalî ji bo wê “xeta sor” e.

Hêjayî gotinê ye ku li hember vê rewşê hin mêdyayên Îsrayêlê agahî belav kirine ku danûstandin di navbera hukumetên Têl-Avîvê û Bekûyê de ji bo dayîna 3 baregehên asmanî yên li beşa Adirbêcanê ya sînorê Adirbêcan-Îranê ji bo Îsrayêlê didomin. Pispor destnîşan dikin ku ev tê wê maneyê ku dê herêm ji Arsaxa dagirkirî werin peydakirin. Zanyarê navneteweyî Grîgor Balasanyan piştî şerê 44 rojan yekser avakirina balafirgeha Varandayê rave dike.

 “Niha derketîye holê ku armanc ew bû ku li nêzîkî sînorê Îranê bê avakirin, da ku eger pêwîst bike li dijî Îranê bê bikaranîn. Û pisporan 4 sal berê hişyarî dabûn”.

Alîyê Îranê ev demeke dirêj e îdîa dike ku Adirbêcanê li Arsaxa dagîrkirî cîh ji bo balafirên bêpîlot û balafirên şer yên Îsrayêlê peyda kirîye. Tê destnîşankirin ku êrîşa muhtemel ya Îsrayêlê ya li ser Îranê ji wir dest pê bike. Ji alîyê xwe ve, mêdyaya Îranê nivîsîbû ku Tehranê hişyarî da serokkomarê Adirbêcanê ku dibe ku navend û baregehên îsrayêlî li navçeyên dagîrbûyî yên Arsaxê bibin armanca êrîşên mûşekî yên Îranê.

Pisporê navneteweyî Grîgor Balasanyan dibêje, eger ev rastî bibe, em dikarin li bendê bin ku li herêmên nêzîkî Syûnîkê pevçûyînên pir giran Îranê û Adirbêcanê çêbibin.

 “Bi her awayî dê di navbera Îranê û Îsrayêlê de şerekî leşkerî yê raste-rast derkeve holê. Derbarê demê de, dê zehmet be ku mirov bêje kengê, lê bûyer pir zû pêşde diçin û divê em ji her bûyeran re jî amade bin û divê em fam bikin ku dê kiryarên me çi bin, helbet, berî her tiştî divê em bi rêgezek rêve bibin”.

Di vî warî de daxuyanîyên balyozê Îranê yê li Ermenîstanê di civîna çapemenîyê ya dawî de gelek balkêş bûn. Balyoz Sobhanî raste-rast balyozxaneyên hin welatên rojavayî yên ku li Ermenîstanê akredîtîze bûne tawanbar kir ku li Ermenîstanê propagandaya dijî Îranê dikin û di nav civakê de axaftinên yekalî dikin. Balyozê Îranê her wiha bi bîr xist ku leşkerên ermenî di şerê 44 rojan de bi çekên Îsrayêlê hatine kuştin. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku mizgînîya aştîya li herêmê bi pîvanên dualî nayê qebûlkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button